Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump di Roja Bavan de Balê Dikişîne ser Bihêzbûna Amerîkayê

Serok Donald Trump
Serok Donald Trump

Serok Donald Trump, di peyama xwe ya Roja Bavan de pesna aboriya welêt û hêzên leşkerî da got ku Amerîka di her warî de pêşeng e.

Donald Trump di peyameke taybet a boneya roja bavan di Truth Social de got, "Roja Bavan pîroz be! Welatê me di rewşek pir baş de ye, ji her alî de, ji aliyê kar û bazara borsayê ve, aboriya herî baş, artêşa herî mezin a cîhanê, heta niha. Em di hemû aliyan de bi ser ketine."

Peyama serok Trump weke pîrozbahîyek kevneşopî ya Roja Bavan bû ku serok balê dikişîne ser aboriya welat û bihêzbûna Amerîkayê.

Roja Bavan her sal di Yekşema sêyemîn a meha Hezîranê de li Amerîkayê tê pîrozkirin û bav tên rêzgirtin.

Ev bûyer di sala 1972an de bi fermî li seranserê welêt hate nas kirin dema ku Serokê wê demê Richard Nixon ew wekî merasîmek neteweyî ya dayîmî ragihand.

Malbat li seranserê welêt bi gelemperî bi kombûn, dabeşkirina diyariyan û rêzgirtina bav û semîyanên malbatê pîroz dikin.

Bûyera îsal bi salvegera 250'emîn a serxwebûna Amerîkayê re hevdem e, ku li seranserê welêt bûyerek girng tê nirxandin û çalakîyên pirreng tên encam dan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG