Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Hilbijartinên Brazîlê Cihê Şermezarîyê ne bo Wî Welatî

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê di dema serdaneke xwe li wîlayeta Karolînaya Başûr de got, "hilbijartinên Brazîlê ji bo wî welalî şermezarî ye."

Trump bersiv neda dema ku jê hate pirsîn ka gelo ew dixwaze pîrozbahîyê li Serokê Brazîlê Lula da Silva ji bo serkeftina wî ya di hilbijartinan de bike.

Wî got, "Ez naxwazim li ser kesê ku di hilbijartinê de biserket biaxivim, lê tiştê ku qewimî ji bo Brazîlê karesat bû."

Serokê Amerîkî diyar kir ku "Ez piştgirîyê nadim hilbijartinên Brazîlê û serokê niha ji min xwest ku ez piştgirîyê nedim wan. Lê gava ku hûn li berteka bazarê ya li hember encamên hilbijartinê dinêrin, ew her tiştî nîşan dide.''

Lula da Silva serkeftina xwe di hilbijartinan de ragihand.

Siyasetmedarê rastgir Flavio Bolsonaro, rikarberê Lula da Silva, piştî têkçûna di hilbijartian de ji Brazîlê derket û gihîşt bajarê Miami.

Hilbijartinên giştî yên Brazîlê 4'ê Cotmehê lidar ketin, lê ji ber nebûna serketîyekî zelal, gera duwem a hilbijartinan 25'ê Cotmehê di navbera Lula da Silva û Bolsonaro de pêk hat.

This item is part of
XS
SM
MD
LG