Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dê li Camp David bi Hikûmeta xwe re Bicive

Serokê Amerîkayê Donald Trump dê îro li Camp David civîneke kabîneya xwe ya hikûmî li dar bixe, di demekê de ku aloziyên li Rojhilata Navîn zêde dibin.

Ev civîn di demekê de tê ku Donald Trump hewl dide rêyekê bibîne da ku şerê bi Îranê re bidawî bîne, di heman demê de bihayên sotemenîyê yên ku di hilbijartinên Mijdarê de gef li Komarîyan xwarine, kêm bike.

Tê pêşbînîkirin ku siyaseta derve û Îran mijarên sereke yên civînê bin.

Berevajî hin ji serokên berê, Serok Trump di dema karê xwe de kêm caran serdana Camp David, seyrangehek serokatiyê li Maryland kiriye, û ev dê sêyemîn serdana serok bo kampê di dema serkayetîya xwe ya duyemîn de be

This item is part of
XS
SM
MD
LG