Serokê Amerîkayê Donald Trump vexwendina Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney bo Desteya Aştîya ya serpereştîya Kerta Gezayê betal kir. Ev deste bi awayekî fermî roja Pêncşemê li Kombenda Aborî ya Cîhanî li Davosê hate ragihandin.
Di postekê de ser platforma Truth Social, Serok Trump Carney agahdar kir ku ew û Kanada nema êdî beşek in ji vê desteyê ne. Desteya Aştîyê rêxistineke navnetewî ye ku ji alîyê Trump ve hatiye damezrandin ji bo serpereştîya jinû ve avakirin û hikumranîya Gezayê piştî agirbesta Cotmeha 2025'an.
Serok Trump di posta xwe ya Pêncşemê de got, “Serokwezîrê hêja Carney: Ji kerema xwe vê nameyê bibîne wekî ku Desteya Aştîyê vexwendina bo beşdarîya Kanadayê vedikişîne. Ev Desteya Rêberan dê bibe ya herî nirxbilind ku di her wextekê de hatiye avakirin. Spas ji bo agahdarîya we!”
Koşka Sipî ti hûrgirlî derbarê ragihanda Serok Trump nedaye. û Ofîsa serokwezîrê Kanadayê jî demûdest daxwaza bersivdanê neda.
Trump ti hûrgilî derbarê sedema vê biryarê neda. Rakirina vexwendina Kanadayê yek ji cudahîyên herî dawî ne di navbera rêberên herdu welatan de derbarê baca gumrikê û karûbarên navnetewî.
Koşka Sipî gotiye ku tê çaverêkirin bêtirî 30 welatan tevlî desteyê bibin û dora 50 hatine vexwendin. Gelek weatan tevlîbûna xwe bo Desteya Aştîyê erê kirine; çend welatên Ewrupayî red kirine, û hinek welatan jî hîn bersiv nedane.