Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Tekezîyê li Girîngîya Peywendîyên Amerîka û Çînê Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê gotarek li paytexta Çînê Beijing pêşkêş kir wekî beşek ji serdana wî ya du rojî li Çînê.

Gotara Serokê Amerîkayî li şîveke fermî bû tê de Serokê Çînê mêvandarîya Trump û şanda Amerîkî kir.

Serok Trump di gotara xwe de tekezî li girîngîya peywendîyên Amerîka û Çînê kir.

Ev e deqê gotara Serok Trump:

Gelek spas. Ev rûmeteke mezin e. Rojeke pir baş bû. Serok Xi, ez dixwazim gelekî spasîya we bikim. Berî her tiştî, ew rûmetek bû ku heta niha kêm kesan dîtîye. Spas bo mêvandarîya we di vê serdana fermî ya dîrokî de. Me îro çend gotûbêj û civînên baş û berhemdar ligel şanda Çînî kirin. Vê êvarê jî derfeteke girîng heye ku em ligel hevalên xwe hinek tiştan gotûbêj bikin ku me îro gotûbêj kiribûn. Tiştên ku ji bo Amerîka û Çînê baş in.

Peywendîya di navbera gelê Amerîka û yê Çînê vedigere bo dema damezrandina Amerîkayê. Yekem Konsulê Amerîka Samuel Shaw sala 1784'an ligel yekem keştîya bazirganî gihîşt Çînê. Bazirganên Çînê navek bo Amerîkîyan hebû. Ji wan re digotin xelkên nû. Piştî 250 salan, ew peywendîya seretayî bûye yek ji girîngtirîn peywendîyên di dîroka cîhanê de.

Ji destpêkê ve, welatîyên me rêzgirtineke hevbeş bo hevdu parve kirine. Bavê damezrêner, Bejamin Franklin gotin û peyvên Konfuşyus di rojnameya xwe de belav kirin. Îro jî bi şanazî, peykersazîyek ser wî bîrmendê Çînî yê kevnar li ser rûyê dadgeha bilind a Amerîkayê hatiye neqşkirin.

Rêzgirtin ji herdu alîyan ve heye. Hezkerên Çînî yên Serok George Washington tabloyeke kevirî ji bo bîranîna wî diyarî bîrewerîya Washington kir. Li ser wê tabloyê peyvên karbidestekî Çînî hene ku generalê mezin wekî qehremanek di nav mêrên cîhanê de binav kir.

Di nav sedsalan de, ev rêzgirtina hevbeş geş bû û êdî bû peywendîyek ku behre û potensyalê gelên me nîşan dide. Karkerên Çînî alîkarîya avakirina hêlên trênê kir, ew hêlên ku Okyanosya Pasîfîk bi ya atlantîk ve girêda. Rêwîyên Amerîka bo Çînê jî xwendin û dermanên nûjen li wir belav kirin. Li ser daxwaza balyozê Çînê, Serok Theodore Roosevelt pere terxan kir ji bo damezrandina zanîngeha Tsinghua li Beijingê – zanîngeha ku Serok Xi bi xwe lê xwendiye.

Wekî hevalbend di Şerê Cîhanê yê Duwemîn de, Serok Franklin Roosevelt behsa gelê qehreman ê Çînê kir. Dema ew axivî, gelê Amerîka bi kêfxweşî li peyvên wê kir. Niha jî gelek Çînî ji basketbol û pantelonên jînz ên şîn hez dikin. Li Amerîka jî, hejmara xwaringehên fast food ên Çînî ji her pênc zincire xwaringehên fast food bêtir e. Ew yek daxuyanîyeke pir mezin e.

Ev peywendîya bazirganî û rêzgirtinê vedigere bo 250 salan, bingeheke ji bo siberojekê ku sûdê did herdu welatên me. Gelek tiştên hevbeş di navbera gelên Amerîkî û Çînî de hene. Em karê baş bilind dinirxînin. Em deskeftin û dilêrîyê bilind dinirxînin. Em ji malbatên xwe hez dikin û em ji welatên xwe hez dikin. Bi hev re, em dikarin van nirxan têxin xizmeta peydakirina siberojeke tijî dewlemendî, hevkarî û kêfxweşî be – herwiha aştî ji bo zarokên me. Em ji zarokên xwe hez dikin. Dema ku em herdu yekgirtî bin, ev herêm û cîhan dibe cihekî taybet.

Careke din gelek spas Serok Xi, ji bo vê pêşwazîya sipehî. Cihê rûmetê ye bo min ku ez vexwendinekê bo we û xanima yekem ya Çînê pêşkêş bikim ku hûn li 24’ê Êlonê serdana me li Koşka Sipî bikin. Çavê me li wê serdanê ye. Niha jî ez dixwazin peyalekê bilind bikim da ku em bi hev re peywendîyên kûr û zengîn di navbera gelên Amerîkî û Çînî de pîroz bikin. Ew peywendîyeke pir taybet e. Careke din ez spasîya we dikim... ev demeke pir xweş e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG