Breaking News

Trump: Amerîka û Çînê Dikarin Alîkarîya Bidawîkirina Şerê Ukraynayê Bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja Pêncşemê ji Serokê Çînê Xi Jinping xwest ku Washington û Pekîn di bidawîkirina şerê li Ukraynayê de rolek baştir bilîzin. Ev gotin berî civîna sêqolî ya Trump, Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hat.

Trump berî civîna sêqolî bi Putin û Jinping re hevdîtin kir. Wî serokê Rûsyayê wek "hevalek" binav kir. Li gor ajansa Reuters Kremlinê ragihand ku di hevdîtina Trump û Putin de mijara Ukraynayê hatiye gotûbêjkirin .

Yuri Oşakov, şêwirmendê siyaseta derve ya Kremlinê, roja pêncşemê ragihand ku mijara sereke ya hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump şerê Ukraynayê bû. Oşakov got ku Putin piştî hevdîtina bi Trump re bi morale gelek bilind ji civînê derket.

Koşka Spî jî li ser malpera X'ê da xuyakirin ku Trump derbarê hevditina xwe li gel Putin got:"Em ji demeke dirêj ve hev nas dikin, û ez bawer im ku gelek tiştên baş dikarin ji vê yekê derkevin, an jî bi kêmanî dest pêk bikin."

Piştî wê yekê, Trump di hevdîtina xwe ya bi Serokê Çînê Xi Jinping re ji bo pêşwazîya germ spasî kir û hêvîya xwe anî ziman ku civîna wan a sêqolî bi Putin re encamên erênî bide.

Trump got: "Em hêvî dikin ku her yek ji me bikaribe di mijara şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de alîkarî bike. Ez dixwazim ev şer bi dawî bibe."

Herwiha Trump got ku hem wî û hem jî Xi Jinping girîngiya domandina herikîna petrolê ya bi Tengava Hormuzê re tekez dikin. Tevgera keştiyan li vê tengavê di encama şerê Îranê de têk çûye. Ajansa Reuters diyar kir ku Xi Jinping di daxuyanîyên xwe de ne behsa Ukraynayê kir û ne jî behsa Îranê.

XS
SM
MD
LG