Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dê Meha Gulanê Serdana Çînê Bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê ragihand ku civîna wî ya bi Serokê Çînê Xi Jinping re bi fermî hatiye paşxistin û dê 14 û15ê Gulanê pêk were.

Serok Trump got ku civîn "di destpêkê de ji ber operasyona me ya leşkerî li Îranê hatibû paşxistin", lê tekez kir ku her dualî niha amadekariyan dikin. "Nûnerên me ji bo van serdanên dîrokî amadekariyan dikin.

Wî her wiha got ku ew û Xanima Yekem Melania Trump dê îsal li Washingtonê mêvandarîya Xi û Xanima yekem a Çînê bikin.

Trump got, "Ez li bendê me ku di demeke girîng de bi Serok Xi re derbas bikim ku bawerim girîng be"

Pêşniyara Serok Trump ew bû ku di dawîya vê mehê de serdana Çînê bike, lê serdan ji ber Operasyona Hêrsa Dastanî ya li dijî rejîma Îranê ji bo meha Gulanê hatiye paşxistin.

XS
SM
MD
LG