Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Kuştina Xamineyî Piştrast Dike

Serokê Amerîka Donald Trump kuştina Rêberê Bilind yê Îranê Elî Xamineyî piştrast kir.

Di postekê de li ser platforma Truth Social, Trump got ku "Xamineyî, yek ji mirovên herî xerab di dîrokê de, mir."

"Ev ne tenê dadmendî ye ji bo gelê Îranê, lê herwiha ji bo hemû Amerîkîyên mezin û ji bo mirovên ji gelek welatên cîhanê, yên ku ji alîyê Xamineyî û çeteyên wî ya xwînxwar ve hatine kuştin an jî birîndarkirin."

"Ev yekane derfeta herî baş e ji bo gelê Îranê ku welatê xwe vegerîne. Em dibihîzin ku gelek ji Pasdarên Şoreşê, hêzên ewlehîyê û polîs êdî naxwazin şer bikin û dixwazin em parêzbendîyê bidin wan.

"Ez hêvî dikim ku Pasvanên Şoreşê û polîs bi aştîyane bi welatparêzên Îranî re bibin yek, û wekî yekîneyek bi hev re bixebitin da ku welêt vegerînin mezinbûna ku heq dike," wî got.

Serok Trump got ku bombebarana me dê heya ku "pêdivî be ji bo bidestxistina armanca me ya aştîyê li seranserî Rojhilata Navîn û bi rastî jî li cîhanê!" berdewam bike.


XS
SM
MD
LG