Donald Trump roja Duşemê di dadgehkirineke sextekariya sivîl a New Yorkê de sond xwar, ku gefê dide ser împaratoriya wî ya avahîsaziyê ya ku bi wê navdar bûbû, derbasî nav siyasetê bibe.
Serokê berê yê Amerîka, Donald Trump, mîna du kurên wî ku hefteya borî li pêş dadgehê axivîn, dê di derheqê pratîkên hesabpirsînê yên gumanbar yên ku dadwer Arthur Engoron biryar dabû ku sexte ne, rû bi rû bibe.
Parêzerên wîlayeta New York dibêjin ku wan pratîk û rêbazan hişt ku ew mercên darayî yên guncaw bidest bixe bi bilindkirina nirxa yarêgehên golfê, bircên niştecîbûnê û hebûnên din, di demekê de ku gelek qerzkaran red kir ku bi wî re karsaziyê bikin. Dibêjin vê yekê hîşt ew 100 milyon dolar qezenc bike û 2 milyar dolar serweta wî zêde kir.
Trump gelek caran gotiye ku ev doz ji paşxaneyeke siyasî tê. Roja Duşemê wî li ser medyaya civakî Engoron û Dozgera Giştî yê New York Letitia James rexne kir û li derveyî salona dadgehê got ku ev doz hewlek bû ku rê li hewldana wî ya serokatiyê ya 2024'an bigre.
Trump dema derbasî salona dadgehê bû got, "Ev şerekî siyasî ye ku hûn dikarin jê re bêjin, an jî şerekî yasayî-siyasî ye."
Trump Derbarê Lêpirsîna li Dor Dozeke Sextekariyê li Dadgeha New Yorkê Amade Dibe
