Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dixwaze Dadger Doza Dijî Wî Biguhere


Serokê berê yê Amerîka Donald Turmp dixwaze dadgera doza dijî wî ya ser hewildana guherandina encamên hilbijartinên 2020’an were guhertin.

Trump dîyar kir ku ewê bi sedemên xurt bixwaze ku dadgera doza dijî wî ji dozê vekişe.

Li gor Donald Trump, ger dadger Tanya Chutkan ji dozê venekişe ew bi awayekî dadmend nayê darizandin.

Wî ji Truth Socialê, ku platforma wî ya medya civakî ye, dîyar kir ku tîma wî ya hiqûqê dê li ser redkirina dager serlêdanê bike.

Ji alîyê din ve dozgeran ser peyameke Trump xwest ku daxuyanîyên wî yên derbarê dozê werin sînordar kirin.

Trump ji Truth Socialê gotibû ku ‘’Eger hûn li dû min kevin, ezê jî dê li dû we kevim’’

Ew peyama Trump wek gefxwarinê hat dîtin ku dozger dibêjin ew dikare delîlên ku divê neyên eşkere kirin jî ragihîne.

Dozgerê Taybet Jack Smith got ku niha fikar zêde bûne ku Trump belgeyên nepenî yên dozê eşkere bike.

Smith bi bîr xist ku Trump di demên borî de êrîşê dadger, dozger û şahidan kiriye û dîyar kir ku ew dikare bandoreke neyênî li dîdevanan bike.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG