Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Min Daxwaz ji Dana White Kiriye ku Bibe Berdevkê Koşka Sipî

Wêneyeke Serok Trump ligel Dana White
Wêneyeke Serok Trump ligel Dana White

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê ragihand ku wî ji Dana White, rêveberê sazîya qehremanîya zoranbazîyê (UFC), daxwaz kiriye ku bibe Berdevkê Koşka Sipî.

Trump di postekê de li ser Truth Social got: "Ez kêfxweş im ku ragihînim ku min posta Berdevkê Koşka Sipî pêşkêşî Dana White, şervanê tund, kiriye. Min jê xwest ku alîkaran bi xwe re bîne, tevî ku hinek ji wan ne ji welatê me ne, wekî Islam Makhachev, Khabib Nurmagonedov, Justin Gaethre, Daniel Cormier, Amanda Nunes, û Kayla Harris. Me pêvidî bi van kesan heye da ku berevanîya me hember Çepgirên dîn bikin."

Serok Trump di dirêjahîya posta xwe de daxwaz ji White kir ku vê postê qebûl bike.

CEO'yê UFC White ji mêj ve wekî alîgirekî nêzîk ê Serok Trump tê dîtin. Di demên dawî de ew beşdarî çend helkeftên fermî ligel Trump bûye. Herî dawî, UFC bi rêya White pêşbirkeke zoranbazîyê li Koşka Sipî wekî beşek ji pîrozbahîyên salvegera 250'emîn ya serxwebûna Amerîkayê lidar xist.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê, White ti daxuyanî derbarê vê ragihandina Serok Trump nedaye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG