Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Brîtanya li Washington Karvekişîna Xwe Radigihîne


Kim Darroch balyozê Brîtanya li Washington
Kim Darroch balyozê Brîtanya li Washington

Balyozê Brîtaniya li Washington Kim Darroch karvekişîna xwe ragihand û da zanîn ku "ne mumkine"li gor rewşa heyî bikare karê xwe berdewam bike.

Kim Darroch ev biryar da, piştî derketina bruskên wî yên dîplomasî yên veşartî ku derbarê rexenyên ser serokê Amerîka Donald Trump û rêveberîya wî eşkere bûbûn.

Kim Darroch di daxuyaniyekê de dibêje "her çende dema wezîfeya min heta dawiya îsal maye, lê ez di wê bawerê de me li gor rewşa niha, rêbaz weha dom dike ku balyozek nû bihê wezîfedar kirin".

Darroch ji sala 2016an dîpomatê Brîtanî yê herî mezin bû li Washington. Darroch di namên veşartî yên eşkerebûyî de, serokê Amerîka Donald Trump weke kesekî "bêşiyan" û "bawerî bi xwe neyî" wesif kir bû, û rêveberiya wî jî weke "pêkhateke bikêrnehatî ya tekane" salox dabû.

Darroch nameyên veşartî yên derketine holê ku bo wezîrên Brîtanî û karmendên sivîl hinart bûn, bûbûn cihê dilmayîna Trump û rêveberîya Amerîka. Serokwezîra Brîtanya Theresa May berevanî ji Darroch kir bû, lê berpirsên Brîtanî dibîjin, derketina nama tenê bo berpirsên Brîtanî hatine hinartin ne ji bo welatek biyanî.

Serok Trump bi rêya twîtekê Darroch weke kesekî"gelek bê aqil"û "bê mejî" wesif kir bû û got bû êdî ew ne amdeye danûstendinan li gel wî bidomîne.

XS
SM
MD
LG