Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi û Serokê Kêmanîya Sînatoyê Chuck Schumer bersîv dan gotara Serokê Amerîka Donald Trump ku têde daxwaza pere kir bo avakirina dîwar li ser sînorê Amerîka û Mexico.
Pelosi got mixabin gelek tiştên di nav demê daxistina hikûmetê de me ji Serok Donald Trump bihîstine, agahîyên çewt û heya kîndarî bûn. Wê got serok rêya tirsandinê girtîye pêş û em dixwazin bi rastîyan bersîv bidin.
Pelosi Trump rexne kir ser daxistina hikûmeta federalî jiber pirsa avakirina dîwar li ser sînorê başûrê welat û got, “Serok Trump xwest ku xizmetgozarîyên warê saxlemîyê, tenahî û tendirustîya Amerîkîyan bi rehîn bigre bi ragirtina mûçeyê 800,000 karmendên bêtawan li seranserî welat, ku gelek ji wan kevne serbaz in.”
Schumer jî got ti hêcet tune bo azardana milyonan Amerîkîyan li ber cudahîyên sîyasî.
Schumer zêde kir, “Em dikarin hikûmetê dubare vekin û berdewam bin ser cudahîyên sîyasî kar bikin.”