Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Doza Dijî Wî Sextekarîyeke Sîyasî Ye


Darizandina Serokê berê yê Amerîka Donald Trump ya ser sextekarîyê destpê kir.

Doza dijî Trump û kompanîya wî ya malbatî hatiye vekirin dikare derbeke mezin li dewlemendîya wî xe.

Donal Trump ser dozê got ku sextekarîyeke sîyasî ye.

Di dozê de, ku Serdozgera New Yorkê Letitia James vekiriye, Trump û kompanîyên wî bo başkirina şertên kredî û sîgortayê bi nepixandina hebûnên xwe têne tawanbar kirin.

Ji parêzerên serdozgerîya eyaletê Kevin Wallace di axaftina xwe de dîyar kir ku Trump 10 salan rewşa xwe ya diravî bi awayekî şaş ji banka û sîgortakaran re gotiye.

Kevin Wallace dîyar kir ku Trump bi vî awayî pirtir ji 1 mîlyar dolar qezenc kiriye.

Trump berî derbazî dadgehê bibe dîyar kir ku bi vê dozê xwestine ku berî hilbijartinê zararê bidin wî.

‘’Kompanîyeke me ya pir baş heye. Min kompanîyeke pir baş ava kir. Pir baş.’’

Wî dîyar kir ku ew jiber dozê neçar maye ku derkeve pêşberî dadgehê û got ku dixwazin ku ew vengere Qesira Sipî.

Parêzerên Trump jî gotin ku Trump li cîhanê yek ji markayên herî serketî ye û dîyar kirin ti plana wî ya sextekarîyê çênebûye.

Çaverê ye rûniştinên dozê heta serê Berfanbarê bidomin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG