Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Erdogan li ser Tengava Hormuz û Yemenê Diavixin

Wêne ji arşîvê ye
Wêne ji arşîvê ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump Çarşemê peywendîyeke telefonî ligel hevtayê xwe yê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pêk anî, li gor Rêveberîya Peywendîyan ya Serokatîya Tirkîyê.

Di axaftina herdu serokan de krîza Tengava Hormuzê û rewşa Yemenê hate gotûbêjkirin. Li gor daxuyanîya serokatîya Tirkîyê, Erdogan di peywendîya telefonî de behsa girîngîya hewlên dîplomatîk ji bo kêmkirina girjîyên herêmî kir.

Daxuyanîya serokatîya Tirkîyê herwiha got ku Erdogan ji Serok Trump re diyar kiriye ku Tirkîye amade ye alîkarîyê bike ji bo vejandina danûstandinên aştîyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê, Koşka Sipî ti daxuyanî derbarê vê peywendîya telefonî nedaye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG