Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji bo Azadkirina Brunson Spasiya Erdogan Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro Şemiyê Spasiya Tirkiyê kir ji bo azadkirina qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson ku bû du salin li Trikiyê girtiye, û got ev yek wê alîkar be di pêşxistina pêwendiyên wan de.

Trump red kir ku Amerîka çi rêkeftin ji bo azadkirina Brunson li gel Tirkiyê kiribe.

Trump di twîtekê de got:

“Ez ji bo rehîneyan rêkeftinan nakim. Lê Amerîka ev yek (azadkirina Brunson) bi başî nirxand û wê rê veke ji bo pêwendiyên gelekî baş di navbera Amerîka û Tirkiyê de.”

Trump bi awakî taybet spasiya serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir.

Erdogan yekser bersiva Trumnp da û li ser Twîtera xwe got:

“Swerokê hêja, her wek min tim digot, dadweriya Tirkiyê bi awakî serbixwe biryara xwe da… Ez hêvîdarim ku Amerîka û Tirkiyê wek hevalbendan hevrêziya xwe berdewam bikin û bi hev re li dijî gurûpên terorîst şer bikin.”

XS
SM
MD
LG