Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hakan Fîdan Dibêje ku Dostanîya Trump û Erdogan Dikare Alîkarîya NATO’yê Bike

Serokê Amerîka Donald Trump û serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.
Serokê Amerîka Donald Trump û serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.

Wezîrê derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan di hevpeyvînek bi The New York Times re bal kişand ser têkilîya germ a di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û serokê welatê wî Recep Tayyîp Erdogan.

Fîdan dîyar kir ku têkilîya germ û nêzîk ya di navbera Erdogan û Trump de dikare di Hilcivîna NATO’yê ya li Tirkîyê de jibo çareserîya nakokîyên di nava Hevpeymanîyê de bibe alîkar.

Wî anî ziman ku " Jibo birêz Trump ev yek tenê mijara bawerî û dostanîyê ye" û got ku Tirkîye dixwaze "vê dostanîyê jibo berjewendîya giştî, jibo tevahîya malbata NATO’yê bi kar bîne."

FILE PHOTO: Turkey's Foreign Minister Hakan Fidan speaks to the reporters in Antalya
FILE PHOTO: Turkey's Foreign Minister Hakan Fidan speaks to the reporters in Antalya

Axaftinên Fîdan tên berî Hilcivîna NATO’yê ku wê di 7-8 Tîrmehê de li Enqerê destpê bike, û wê serokê Tirkîyê Erdogan mazûvanîyê bîke, îro Duşemê hat weşandin.

Trump di 24’ê Hezîranê de ji rojnamevanan re got, "Ez jibo Erdogan diçim," Hilcivîna NATO’yê ya lî Enqerê û wî hevdem Erdogan wekî "dost" û "serokekî rêzdar" bi nav kir.

Serokê Amerîkî êvara Duşemê wê ber bî Enqerê derkeve rê û herwîha lî bendeye ku bi Erdogan re hevdîtinek cuda bike.

32 endamên NATO’yê wê dî Hilcivîna du rojî de li ser siberoja Hevpeymanîya leşkerî bicivin û tevî berevanî, pabendbûna 5% ya NATO’yê û zêdekirina hilberîna pişesazîya berevanîye gelek mijaran nîqaş bikin.

Cara dawî di 2004’an de Hilcivîna NATO’yê li Tirkîyê hatibû darxistin, dema ku George W. Bush serokê Amerîka bû û serdema yekê ya serokwezîrîya Erdogan bû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG