Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê li ser Truth Social, derbarê pirsa enerjîyê li Brîtanya û girêdana wê bi hewcedarîya welatên Ewupayê bi enerjîyê peyamek weşand.
"Pêwîstîya Ewrupa gelekî bi enerjîyê heye, lê dîsa jî Brîtanya zevîyên petrolê yên Deryaya Bakur venake, ku yek ji mezintirîn zevîyên petrolê li cîhanê ye... ev çi trajedî ye!" Trump got.
Serokê Amerîkayî got "pêwîst bû Aberdeen niha geşedar û di pêşketineke mezin de bûya, Norwêc petrola xwe ya ji Deryaya Bakur derdixe, bi buhayekî duqatî difiroşe Brîtanyayê ku qeceneke mezin bidest dixe."
Serok Trump li dawîya peyama xwe îşaret bi wê yekê kir ku Brîtanya cihekî enerjîyê li ser Deryaya Bakur ji Norwêcê çêtir heye, divê ku dest bi derxistin û berhemanîna zêdetir a petrolê bike.