Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Şerê Îranê Pir Nêzîk Ber bi Dawîyê ve Diçe

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News dibêje şerê dijî rejîma Îranê ber bi dawîyê ve diçe.

Pêşkêşvana Fox News, Maria Bartiromo, roja Sêşemê bi şev perçeyek ji hevpeyvîna ligel Trump belav kir, tê de jê dipirse, "Hûn her tim wek dema borî li ser şer diaxivin. Gelo ew qedîyaye?" Trump bi erê bersiv dide û dibêje ku ew ber bi dawîyê ve diçe.

Trump li ser kiryarên Amerîka yên li dijî Komara Îslamî got, "Karê me hîn jî maye û temam nebûye."

Trump ji Maria Bartiromo re got, "Niha hûn bi komareke Îslamî ya bi çekên navokî re rû bi rû ne, û eger çekên wan ên navokî hebin, hûn ê neçar bimînin ku ji hemûyan re bêjin erê, qurban, û bê guman hûn naxwazin vê yekê bikin."

Bartiromo ji serok pirsî, "Hûn hergav ji bo şer dema borî bikar tînin. Ev şer qedîyaye?"

Serok Trump bersiv da, "Ez bawer im nêzîk bidawî dibe. Erê."

Wî got, "Eger ez niha Îranê bicî bihêlim, dê 20 sal ji wan re pêwîst bin ku wê ji nû ve ava bikin."

Trump got, "Em hîn neqediyane. Ka em bibînin çi dibe. Ez bawer im ku ewê hez bikin ku peymanekê bikin."

Piştî ku hevdîtinên dawî yên Amerîka û Komara Îslamî li Pakistanê encam nedan, serokê Amerîkayê roja Duşemê dorpêçeke deryayî li dijî Komara Îslamî da destpêkirin da ku fişarê li ser hikûmeta Îranê zêde bike.

Koşka Spî roja Sêşemê ji Dengê Amerîka re got ku mijara hevdîtinên siberojê yên Amerîka û Îranê dê were nirxandin.

Karbidestekî Koşka Spî ku nexwest navê xwe eşkere bike got, "Meseleya hevdîtinên siberojê tê nirxandin, lê di vê demê de ti plan tune ne."

This item is part of
XS
SM
MD
LG