Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Frensa Dişewite, Divê Sînor Werin Girtin û Kontrolkirin

Serokê Amerîkayê, Donald Trump, rexne li rewşa Fransa kir û pirsgirêka koçberîyê wekî yek ji sedemên alozî û nearamîyên li wî welatê destnîşan kir.

Trump roja Yekşemê li ser platforma "Truth Social" got: "Fransa dişewite!" Wî diyar kir ku pêlên koçberan yên ku ji deverên cuda yên cîhanê tên, li Fransa pirsgirêk çêkirine û rewşa welatekî ku berê "welatekî mezin" bûye, xirab kiriye.

Trump herwiha bang li desthilatdarên Frensa kir ku sînorên welatê xwe bigirin û ji bo kontrolkirina rewşê tedbîrên tundtir bistînin.

Ev rexneyên serok trump di demekê de dibin ku Frensa di hefteyên dawî derastî xwepêşandanên berfireh ên xwendekaran bûye.

Xwepêşandanên li Frensa heta roja Yekşemê, 18'ê Cotmehê, hîn berdewam bûn.

Li gorî gotinên şaredarê Parîsê, di dema xwepêşandanan de hin komên xwepêşanderan dest bi tundûtûjî û talankarîyê kirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG