Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Amerîka Dê Weberhênanê li Îranê Neke

Donald Trump li Hilcivîna G7 de li  Evian, Frensa  Hezîran 15, 2026.
Donald Trump li Hilcivîna G7 de li Evian, Frensa Hezîran 15, 2026.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku Amerîka dê ti weberhênanê li Îranê neke.

Di dema hilcivîna G7 de li Fransayê, Trump got: "Em dibînin ku ev rêkeftineke dadmend e û rêkeftina bi Îranê re derbasî qonaxa duyemîn dibe."

Wî diyar kir ku "Li gor peymanê, Komara Îslamî ya Îranê dê qet nikaribe çekên navokî bidest bixe."

Trump di hilcivîna G7 de ji rojnamevanan re got: "Eger Îran hewl bide çekên navokî bidest bixe, ewê rastî dojehê were."

Hêjayî gotinê ye ku rêkeftina bi Îranê re û pirsên bazirganî û weberhênanê mijarên sereke di daxuyanîyên serok Trump de di civînên G7 de li havîngeha Evian-les-Bains, a li navenda rojhilatê Fransayê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG