Serokê Amerîkayê roja Çarşemê di dema civînên bi hin rêberên cîhanê re li G7 li Frensayê axivî û got "Borsa bilind dibe û bihayê petrol dadikeve."
Serok Trump dibêje ku ev nîşana herî zelal e heta niha ku rêkeftina pêşî a pêşniyarkirî ya bi Îranê re ji hêla weberhêneran ve tê pêşwazîkirin.
"Bazara borsayê gelek bilind bûye û neft jî gelek dadikeve," Trump got.
Dema ku li ser rêkeftinê diaxivî, Trump bal kişand ser geşedana bazar û kêmbûna bihayên enerjîyê, û pêşketina ber bi vekirina Tengava Hormuzê.
Trump di daxuyanîyên xwe de diyar kir ku rêkeftin aramîya aborî peyda dike û di heman demê de rê li ber Îranê digire ku çekê navokî bi dest bixe.
Televizyona Fox News li ser platforma X'ê hin daxuyanîyên Serok Trump weşand. Serok Trump got "em di wê bawerîyê de ne ku 99.9% Îran dê nikaribe çekê navokî bidest bixe, Îran dê qet nebe xwedî çekê navokî, û rêkeftinek gelek bihêz e."
Trump got ku gelek alî bi vê rêkefetinê kêfxweş in. "Ya herî girîng ew e ku bazar geş e," wî da zanîn.
Li gor daxuyanîyên rayedar û raportan, kêmtirî 48 demjimêr mane ji bo îmzekirina rêkeftina di navbera Amerîka û Îranê de.