Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Şerê li Dijî Îranê bi Kuştina Qasim Silêmanî re Hat Destpêkirin

Serok Trump di Konferansa Rojnamevanî de li Evian, Fransa 17 Hezîranê 2026.
Serok Trump di Konferansa Rojnamevanî de li Evian, Fransa 17 Hezîranê 2026.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî bidawîbûna kombûnên Hilcivîna G7 li Evian, Fransayê, Konferansek Rojnamevanî pêkanî û got ku kuştina Qasim Silêmanî di sala 2020an de "yek ji mezintirîn" bûyerên dîrokî bû, ku şerê li dijî rejîma Îranê dest pê kir û dûv re piranî berpirsên wê yên sereke ji holê hatin rakirin.

Serok Donald Trump got rêkeftina bi Îranê re, "Dê hemî daxwazên me û gelek tiştên din bicîh bîne."

Daxuyaniyên Serok Trump piştî roja duyemîn a Hilcivîna G7 a li havîngeha Evian, ya Fransa hatin.

Trump carek din tekez kir ku Îran "nikare û nabe çekê navokî hebe" û nikare ne bikire û ne jî wan çekan pêş bixe.

Ser şerê bi Îranê re Trump got, "Ev ne helmetek bû ku sê meh berê dest pê kir, lê gelek sal berê bi kuştina General Qasim Silêmanî dest pê kir."

Fermandarê payebilind ê artêşa Îranê û serokê Pasdaran û leşkerê Qudsê Qasim Silêmanî di 3ê Çile ya 2020 de di êrîşeke esmanî ya Amerîkî de li nêzîkî balafirgeha navnetewî ya Bexdayê hat kuştin.

Trump got, "Dema ku min Silêmanî kuşt, xelkî digot ku ev bûyera herî mezin a herêmê di 50 salan de ye. Ew operasyoneke hevbeş bi Îsraîlê re bû. Me mehekê her tevgereke wî şopand, lê ew piranî di firokên giştî yên hêlên esmanî bi xelkê û geştiyaran re dihat û diçû, heta ku Îsraîlê pêzanînên tam dan û ji min re got ku ew ê êrîş nekin, ez jî neçar mam ku biryarekê bidim."

Derbarê danûstandinan û berpirsên Îranê yên nû Trump got, "Niha komeke nû ya rêberên wan heye ku bi rastî jîr in û serederî bi wan re tê kirin û ji welatê xwe hez dikin."

Trump bal kişand ser bilindbûna bazara borsayê û daketina bihayên petrolê "bi awayekî ku berê qet nehatiye dîtin."

"Ev yadaşt a Lihevtêgihîştinê ye. Ger di nav 60 rojan de neyê bicîhanîn, pirsgirêk tune, em ê êrîşan ji nû ve bidin destpêkirin. Ez naxwazim vê yekê bikim ji ber ku ev peyman pir baş e, lê dibe ku em neçar bimînin ku êrîşan ji nû ve bidin destpêkirin, Trump got."

Trump bandora dortpêça li ser keştîvaniyê û ya li dijî benderên Îranê nirxand û got ku ew "ji bombebaranê bi bandortir bû."

This item is part of
XS
SM
MD
LG