Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Derbarê Plana Destdanîna Ser Gazayê Dibêje Leza Wî Tuneye


Nivîseke li Tel Avîvê ku dibêje "Spas, Birêz Serok" Sîbat 5, 2025
Nivîseke li Tel Avîvê ku dibêje "Spas, Birêz Serok" Sîbat 5, 2025

Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê got ku li ser plana wî ya destdanîna ser Gazayê û jinûve avakirina wê ti leza wî tuneye.

"Li ser wê mijarê leza me tuneye," Trump li Qesira Sipî ji nûçegîhanan re gpt.

Trump roja Çarşemê gotibû ku Washington wê dest deyîne ser Kerta Gaza û têxe bin kontrola xwe, bombeyên ku nepeqîne paqij bike û deverê jinûve ava bike.

Trump di preskonferansa bi hazirbûna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de gotibû ku divê kesên li Gaza dijîn li cîhekî din bi cîh bibin.

Trump dîyar kiribû ku ewê li Kerta Gaza pêşveçûneke aborî pêk bînin û derfetên nû yên xebatê biafrînin.

Yekîtîya Erebî roja Çarşemê ragihandibû ku pêşnîyara Trump ya jibo destdanîna ser Gaza û cîhûwarkirina Filîstînîyan ya li devereke din binpêkirina qanûnên navnetewî.

Yekîtîya Erebî nerazîbûna xwe dîyar kiribû ku tiştekî wiha wê bibe sedema pirtir pirisgirêkan.

XS
SM
MD
LG