Serokê Amerîka Donald Trump roja Yekşemê di platforma Truth Social de li ser şiyana Desteya Aştiyê ji bo bidawîkirina pevçûnan li Xezeyê axivî.
Serok Trump got ku ew ê di 19ê Mijdarê de li Navenda Aştiyê ya Donald J. Trump li Washington, DC, bi endamên desteya aştîyê re bicive, û li wir ew ê ragihîne ku "welatên endam ji bo hewldanên mirovî û nûavakirina Xezeyê soza zêdetirî 5 milyar dolar dane."
Her wiha dibêje ku ew pabend e ku bi hezaran kesan ji bo "hêza aramîya navnetewî û polîsên herêmî" veqetîne ji bo berdewamîya ewlehî û aştîya gelê Xezeyê.
Trump got,"divê Hemas soza xwe ya bêçekirina bilez û bi tevahî bi cih bîne."
"Desteya Aştîyê dê biçespîne ku ew sazîya navnetewî ya herî bibandor a dîrokê ye û ez serbilind im ku serokatîya wê dikim," wî got.
Di Cotmehê de, Amerîkayê peymaneke agirbestê encam da ku şerê bêhtirî du salan bi dawî anî.
Meha borî, li kêleka Foruma Aborî ya Cîhanî li Davosa Swîsrayê, rêkeftina avakirina "desteyeke aştîyê" bi amadebûna serok Trump û rêber û nûnerên hejmarek welatan hat îmzekirin.