Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerên Trump li Rojhilata Navîn bo Plana Aştîya Xezayê Hevdîtinan Dikin

Nûnerên Serok Trump, Steve Witkoff (L) Nickolay Mladenov û Jared Kushner
Nûnerên Serok Trump, Steve Witkoff (L) Nickolay Mladenov û Jared Kushner

Nûnerên serokê Amerîka Donald Trump li Qahîreyê bi navbeynkarên Misir, Qatar, Tirkiyeyê û Îsraîlê re hevdîtinan çê dikin, da ku plana Serok Trump ya aştîyê li Xezayê pêşde bibin.

Jared Kushner, zavayê Trump, û Nickolay Mladenov, nûnerê Trump ji bo Xezayê, di hin civînan de bi berpirsên Hemasê re jî hevdîtin kirine.

Li gorî rayedarekî Îsraîlî, Kushner û Mladenov dê roja Duşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicivin.

Plana Trump daxwaza rawestandina yekser a operasyonên leşkerî li Xezayê dike. Di planê de tê pêşbînîkirin ku Hemas çekan radest bike, hêzên Îsraîlê ji Xezayê vekişin û ji bo nûavakirina herêmê rêveberîyeke sivîl a Filistînî were avakirin.

Her çend agirbest heye jî, êrîşên leşkerî li herêmê berdewam in û Îsraîl û Hemasê hevdu bi binpêkirina agirbesta heyî tawanbar dikin

This item is part of
XS
SM
MD
LG