Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Emê Hilbijartinên Xwe Biparêzin, Aboriya Xwe Bihêztir û Amerîkayê Mezintir Bikin

Serok Donald Trump di dema Pêşkeşkirina Gotara xwe de
Serok Donald Trump di dema Pêşkeşkirina Gotara xwe de

Serokê Amerîkayê, Donald Trump, îşev Pêncşemê 16ê Tîrmehê, di axiftina xwe ya arasteyî gelê Amerîkayê kirî bal kişand ser ewlehiya hilbijartinan, aborî, kêmkirina bacan û hilberîna navxweyî.

Serok Trump got ku rêveberiya wî dixwaze hilbijartinên Amerîkayê "ji nû ve bi bawerî û bi ewlehî" pêk bîne.

Wî piştgirî da tedbîrên nû yên ewlehiya hilbijartinan û got ku divê sîstema dengdanê bêtir were parastin.

Yek ji beşên ku zêdetir bal kişand, axaftina wî ya li ser Çînê bû. Trump got ku belgeyên ku rêveberiya wî belav kirine û bidest xistine nîşan didin ku Çînê hewl daye di hilbijartina 2020 de destwerdanê bike.

Serok Trump herwiha got ku Îran û Rûsya jî hewil daye destê xwe bixe nava encamên hilbijartinan û alav û makîneyên ku di hilbijartina 2020 an de hatine karanîn nebaş û ne bi ewle bûn.

Serok Trump hilbijartinên Venezuelayê yên ku serokê girtî Nicolás Maduro biserxist bû weke mînaka hilbijartinên sexte anî û binav kir.

Trump di beşa aboriyê de got: "Em aboriya Amerîkayê ji nû ve xurt bikin û şertên çêtir ji bo xebatkarên Amerîkayî pêk bînin."

Wî herwiha got ku rêveberiya wî berdewam dike bi siyaseta nemana bacê li ser "demjimêrên zêde yên karkirinê, li ser bexşîş û ewlekarîya Civakî herwiha kêmkirina barê baca li ser gelek malbatên Amerîkayî."

Trump got ev tedbîr armanca wan ew e ku dahata xebatkaran zêde bike û aboriya navxweyî xurtir bibe.

Di beşa pîşesaziyê de, Trump bang kir ku Amerîkî hilberên û berhemên ji karê Amerîkayê bixwe "Made in USA" bikirin û got ku vegerandina fabrikayan bo nav welêt dê kar û derfetên nû biafirîne.

Di dawiya axaftinê de Trump got: "Em dê hilbijartinên xwe biparêzin, aboriya xwe mezintir bikin û Amerîka her dem pêşeng bihêlin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG