Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Amerîka ligel Greenland û Denmarkê Gihîştîye Rêkeftinekê

Serok Trump
Serok Trump

Serok Donald Trump ragihand ku Amerîka ligel Greenland û Denmarkê gihîştîye rêkeftineke ewlekarîyê ji bo berfirehkirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêma Arktîkê.

Trump di postekê de Înê bi şev li ser platforma Truth Social got ev peyman "kontrola mayinde dide Amerîkayê ji bo ewlekarîyê û hemû pêdivîyên din ên li Greenlandê, û bi tevahî bersivê dide hemû fikarên me yên gelek."

Serokê Amerîkî di heman postê de got ku "Ji niha û pê ve, rikaberên Amerîkayê nema yekcar dikarin bingehan li Greenlandê ava bikin, ne jî hebûna xwe ya leşkerî li Greenlandê hebin, yan jî weberhênanên hestîyar li Greenlandê çêbikin, bêyî qayîlbûna me ya nivîskî."

Greenland giraveke nîv-serbixwe ye ku girêdayî Denmarkê ye ku li herêma Arktîkê dikeve.

Hikûmeta Greenland û ya Denmarkê îro Şemîyê rêkeftina ligel Amerîkayê piştrast kir, lê tekez kir ku ev peyman nayê wê wateyê ku Greenland dê serwerîya xwe ji dest bide.

Tê çaverêkirin ku ev rêkeftin hefteya bê di dema civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bi fermî were îmzekirin.

Wezîrê Derve yê Denmarkê Lars Lokke Rasmussen di daxuyanîyekê de li ser Facebook got: "Hefteya bê dibe ku bibe hefteyeke baş ji bo Greenland, Denmark û Amerîkayê."

Ji bilî ragihandina Serok Trump, heta niha xal û hûrgilîyên rêkeftinê bi tevahî nehatine weşandin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG