Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Graham Berî Mirina xwe bi min re Axivî

Serokê Amerîka Donald Trump û Senator Lindsey Graham
Serokê Amerîka Donald Trump û Senator Lindsey Graham

Serokê Amerîka Donald Trump îro Yekşemê ragihand ku wî şeva borî ya Şêmîyê, çend demjimêran berî mirina wî, bi Senator Lindsey Graham re bi telefonê axifîye, piştî ku ew ji Ukraynayê vegerîya bû.

Trump ev daxuyanî di hevpeyvînek telefonî de, di bernameya “Meet the Press” ya televîzyona NBC de, da.

Serok got ku Graham doh êvarê telefonê wî kiriye da ku "Projeyasaya Parastina Amerîka" nîqaş bike û bal kişand ku got ku senator Graham jibo pejirandina wê projeyasayê bi rengekî bêwestan dixebitî.

Trump bi berdewamî da zanîn ku di axaftina ser telefonê de "ji bilî westîyayîbûnê, ew baş bû", û herwiha got ku ew bawer dike ku mirina Graham "dawîyeke bilez bû, û dibe ku ev ne rêya herî xirab be."

"Ew karker bû, ew bi rastî karker bû. Lê bi rastî dengê wî pir xweş bû, lê wî bi rastî got ku ew westîyayî ye. Lê wî dixwest Projeyasaya Parastina Amerîka derbaz bike,” Trump got.

Senatorê koçkirî hevbendekî nêzîk ê Trump bû, û serok ew di "Meet the Press" de "jibo min mîna endamekî malbatê bû " bi nav kir.

Serokê Amerîkî koça dawî ya Graham mîna “windakirinek dijwar pênase kir û got ku dema endamekî ofîsa Graham telefon kiriye da ku wî ji mirina senator agahdar bike, wî nikaribûye ku “bawer bike.”

Trump herwiha ragihand ku pêkan bû ku ew û senator Graham îro Yekşemê hevdîtin bikirana.

Di bernameyê de ji serok gotinên dawî yên Graham hat pirsîn. Trump got ku Graham ev peyv anîye zima.

“di demek nêz de emê hevdu bibîbîn.”

Ofîsa Graham serê sibeha îro Yekşemê ragihand ku senatorê bo demeke dirêj ji nişka ve koça dawî kir. Di derbarê sedema mirinê de heya niha Hûrgilîyên zêdetir nehatine eşkere kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG