Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pennsylvania Trump Û Harris di Hevrikîyek Tund De Ne


Berbijara Demokratan Kamala Harris li Erie, berbijarê Komariyan Donald Trump li Erie, Pennsylvania di demên cuda yên meha Cotmeha 2024an de.
Berbijara Demokratan Kamala Harris li Erie, berbijarê Komariyan Donald Trump li Erie, Pennsylvania di demên cuda yên meha Cotmeha 2024an de.

Di hilbijartinên Amerîkî de, navçeya Erie ya wîlayeta Pennsylvania ciyê bla kişandinek mezin ya rêvebirên kampeynên Donald Trump û Kamla Harris e, û hem jî ji anketan re ji ber girîngiya wê di diyarkirina berbijarê/a serketî de di pêşbaziya Qesra Spî de ciyek giring digire.

'Erie County' li Pennsylvania, ku di diyarkirina serketinê de di çar hilbijartinên serokatiyê yên berê de diyarker û biryarder bû, di deh salên borî de şahidîya encamên nêzîkî hev yên ji bo zelal kirina serketî û windaker de kîrye.

Li gorî gotina Jeff Bloodworth, profesorê dîrokê li zanîngeha Gannon, ev jî ne surprîzeke dema ji malpera Dengê Amerîka re got, ew navçe "mînakeke biçûk ya Hemî Netewa Amerîka," ye.

Bloodworth diyar dike ku Erie ji hêla meznahiya xwe ve herêma herî mezin û berfirehe li ve wîlayetê, "Hejmara spîyan hinekî kêmtirin, hindik hejartir û kêm perwerdetire li gor texa navîn ya li Pennsylvania."

Di hefteyên dawî de, wîlayet hem ji bo Trump û hem jî ji bo Harris bû qada mîtîngên hilbijartinê. Berbijara Demokrat di mîtînga xwe ya dawîn a kampenê de li herêmê ji beşdaran re got, "Hûn herêmeke bingehîn in. dengên we di hilbijartina serokatiyê de pirî caran alîkar bûn jibo pêşbîniya encamên niştîmanî zelal bibin."

Derbarê Trump de, di dema xuyabûna xwe de li Navenda Kongreya Bayfront, wî ji temaşevanan re got, "Ez niha li Erie me, Pennsylvania, ligel karkerên ku berê Demokrat bûn, lê niha ew hemî bi Trump re ne ji ber ku ew dizanin ku Trump dê wan bigihîne ciyê rast."

Demokrat bi kevneşopî di nav sînorên bajêr de serdest in. Lê Partiya Komarî rasetbûnê qebûl nake û hewil dide li navçeyê û wîlayetê dengên mezin bidest bixe.

Serokê herêmî yê ofîsa partiyê Sam Tallarico dibêje: "Me qonaxa ku xwe bigehînin dengdêrên xwe yên bingehîn derbas kir, û niha kar ewe ku derî bi derî bigerîn û rûbirû bên cem hev."

Komarî li deverên gundanî yên herêmê bihêztir in, Harold Ross li Erie û cîranê herêma Warren, ku lê dijî, li deriyan dixe da ku dengdêran razî bike ku dengê xwe bidin Trump.

Rapora malperê radigihîne ku avantaja Demokratan şiyana wan e ku dengderan tomar bikin û helmetên xwe rêk dixin, ku ev jî avantajê dide Harris, lê Profesor Bloodworth dibêje dibe ku ev texmîn kevnar be, û destnîşan dike ku Trump "heta astekê binemayên siyaseta Amerîkî guhertine."

Xuya dike ku Demokrat û Komarî di vê gavê de li ser yek tiştî li hev tên ew jî : Divê dengên Erie werin bidest xistin ji bo bidestxistina Pennsylvania, wîlayeta biryader ya pêşbaziya gehiştina Qesra Spî.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG