Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Wî Êrîşeke Berfireh li ser Îranê Betal Kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump Şemîyê bi şev ragihand ku ew êrîşeke plankirî ya berfireh li ser Îranê betal kir bi mercê ku rêkeftinek ligel Tehranê were kirin.

Trump li ser Truth Social got: "Amerîka amade ye ku li dijî Komara Îslamî ya Îranê, li ser hemû astên leşkerî, hêz û şiyana leşkerî ya ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve wek wan nehatiye dîtin. Lê belê, Îran û herwiha welatên din ên Rojhilata Navîn bang li me kirine ku em her êrîşekê ragirin, di çarçoveyên ku peymanekê were lihevkirin."

Trump di posta xwe de got ku "Peyman dê vekirina demûdest û bê merc a Tengava Hormuzê û bidawîanîna gefa navokî ya Îranê di nav xwe de bigire."

Wî da zanîn ku "Li ser bingeha vê daxwazê, min qebûl kir ku ji bo berjewendîyên siberojê yên cîhanê, û herwiha ji bo mayindeya Îraneke geş û dewlemend, êrîşê betal bikim, bi mercê ku em karibin zû bigihêjin rêkeftinekê."

Serokê Amerîkî got ku "Dewleta Îsraîlê jî di vê pabendbûnê de bi min re ye. Her kes, dest bi kar bike û meseleyê biqedîne."

Ev daxuyanîya Serok Trump piştî wê yekê hat ku medyaya Amerîkayê şeva Înê ragihandibû Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) amadekarîya êrîşeke mezin li ser navendên enerjî û navokî yên Îranê dike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG