Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê ragihand ku vekirina Tengava Hormuzê karekî hêsan e, di demekê de ku artêşa Amerîkayê operasyona xwe ya dijî rejîma Îranê didomîne.
Trump ser platforma Truth Social got: "Ligel hinek dema bêtir, em dikarin bi hêsanî Tengava Hormuzê vekin, petrolê bistînin û samanekî zêde çêbikin."
Serokê Amerîkayî got ew bi vê yekê tengava Hormuzê bibe wekî bîreke petrolê ji bo cîhanê.
Trump di gotareke xwe de roja Çarşemê gotibû ku divê welatên ku sûdê ji tengavê werdigirin, berpirs bin hember vekirina rêka deryayî ya stratejîk.
Piştî ku Amerîka û Îsraîlê operasyona xwe li dijî rejîma Îranê 28'ê Sibatê destpê kir, rejîmê astangkirina tevgera bazirganî û keştîvanîyê li Tengava Hormuzê asteng kirine.
Dora %20 ji şandina petrola cîhanê û keştîyên bazirganî di tengava stratejîk re derbas dibin.