Serok Donald Trump ragihand ku wî ferman daye Gerîndeya Geşedana Darayî (DFC) ku bîmeya rîska siyasî bide hemû bazirganîya deryayî, li demekê ku metirsî li ser tevgera keştîyên bazirganî li Tengava Hormuzê zêde dibin.
Trump di postekê de li ser Truth Social got ku ev bîme ji bo hemû bazirganîya deryayî ye, bi taybet ya enerjîyê ku li Kendavê, bi kêr tê.
"Ev bîme dê bo hemû hêlên şandinê yên bazirganî berdest be. Eger pêwîst be, Hêzên Deryayî yên Amerîkayî dê ligel wan tankeran bi rîya Tengava Hormuzê biçin. Çi bibe bila bibe, Amerîka dê tevgera azad a enerjîya cîhanî misoger bike," Serokê Amerîkayî da zanîn.
Trump got ku DFC dê bi bîmeya garantîyê buhayekî pir baş were pêşkêşkirin.
Ev pêşketin di demekê de tê ku şer li wê deverê tevgerîya bazirganîya cîhanî, bi taybet ya neftê xistiye jêr metirsîyê. Rojekî piştî destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê, Tehran gotibû ku wê Tengava Hormuzê girtiye, lê artêşa Amerîkayî demûdest ew yek red kir.