Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavê Bîragiştî ya Amerîka Ser Biryara Derheqa Trump E


Trump li Dadgeha Tawanan ya Manhattan ( Gulan 29, 2024)
Trump li Dadgeha Tawanan ya Manhattan ( Gulan 29, 2024)

Endamên jûrî yên di doza ‘perêdayîna dijqanûnî jibo bêdengkirinê’ ya serokê berê yê Amerîka Donald Trump de, dest bi nîqaşkirina biryarê kirin, piştî ku hem dozger hem jî tîma parastina Trump delîlên xwe pêşkeşê dadgehê kirin û hemû şahid hatin gohdar kirin.

Darizandina Donald Trump di 15 Nîsanê de, li Dadgeha Tawanan ya Manhattan New Yorkê destpê kir, ku wek doza ‘perêdayîna dijqanûnî jibo bêdengkirinê’ tê bi nav kirin.

Trump serokê yekê yê Amerîka ye ku di dadgehe tawanan tê darizandin, ku bi 34 tawanên sextekirina belgeyên kompanîya xwe tê tawanbar kirin.

Dozger dibêjin ku Trump û hevalbendên wî, di peyvajoya kempanyaya wî ya seroktîyê ya 2016’an de hîle û sextekarî kirine; ku bi armanca veşartina hin bûyeran şermdar bi rêkên dijqanûnî pere dane jimareke kesan ku ew bêdeng bimînin.

Aktera filmên porno Stormy Daniels jî pere wergirtîye, da ku ser tekilîya xwe ya seksî bi Trump re bêdeng bimîne. Daniels dibêje ku tekilîya wê ya seksî bi Trump re hebû.L ê, serokê berê Trump vê yekê red dike.

Dozger dibêjin ku Trump bi diravdayîna Daniels, di hilbijartinên 2016’an de bandor û destwerdana kiriye, bi nehiştina nûçeyan ji dengderan re, di demekê de ku helwetsawî ya ser jinan re mijareke serekî bû di kempanya dijî namzeda Demokrat Hillary Clinton de.

Serokê berê Trump hemû tawanbarîyên dijî xwe bi tundî red dike û dozê wek "zexta siyasî" bi nav dike.

12 endamên jûrî yên dozê ev zêdetirî 6 hefte ne ku li salona dadgehê ya New Yorkê bêdeng rûniştin,dema tawanbarîyên xwe eşkere kirin, û parêzerên Trump hewil dan ku wan îdiayan pûç bikin.

Li gor qanûnên Amerîka, nîqaşên jûrî yên ser biryarê bi nepenî didomin, li odeyeke ku bi taybetî jibo wan hatîye veqetandin û di pêvajoyek ku bi qestî neşefaf e.

Ne zelal e ku, 12 endamên jûrîyê wê kengî bigêhêjin biryareke, lê divê 34 tawanbarîyan yek bi yek binirxînin û biryaran bidiç

Li gor hin şopderan, ibe ku heya dawiya hefteyê biryarek dernekeve.

Ger tawanbar were dîtin, dibe ku Trump rûbirûyê çar sal cezayê girtîgehê bimîne, her çend di dozên wiha de, sûcdar bi gelemperî bi cezayên pere û kontrolê re rûbirû dimînin.

Biryara jûrîyê dikare pêşbaziya serokatîyê ya 2024’an tevlîhev bike, ku dema Trump dixwaze ku careke din wek serok were hilbijartin.

Biryara cezakirinê wê berbijarîya Trump asteng neke, jibo Komarîyan di hilbijartinên seroktîya Amerîka de ku di wê 5’ê Mijdarê werin darxistin.

Trump dixwaze ku Qesra Spî ji destê Serokê niha yê Demokrat Joe Biden paşve werbigire, ku Biden jî berbijarîya xwe dîyar kirîye.

Eger Trump bi ser bikeve jî, qanûnên Biden wê nikaribe rê li ber seroktîya Trump bigire.

Anket nîşan didin ku di navbera Biden û Trump de, pêşbaziyek tund heye.

Lê anketa Reuters/Ipsos dibêje ku ger jûrî biryara tawanbar e bide, dibe ku di nav dengdêrên serbixwe û hin komarîyan piştgirîya Trump kêm bibe.

biryara ne tawanbar e wê astengîyek qanûnî ya serekî rake, û wê Trump ji derketina pêş dadgehan dadgehê û rawestîna kempanya seroktîyê xilas bike.

Ger ku tawanbar were dîtin, li bendê ye ku Trump wê serlêdana pêdaçûnê bike. Serokê berê rûbirû ye sê darizandinên tawanbarî yên din e, lê çaverê ye ku berîya hilbijartinên 5'ê Mijdarê neçin dadgehê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG