Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Amerîka Rastî Bijara Dûrxistina ji Desthilatê Tê


Serokê Amerîka bû serokê çarem di dîroka Amerîka de, ku rastî vekolînên dûrxistina ji desthilatê tê. Li gor proseya destûrî, renge kongrês serok Trump ji ser desthilatê daxe.

Lê ev prose tevlîhev e, ne hêsane ji bo herdû aliyan jî û her wiha pêşbîniya encamên wê zû bi zû nayên kirin.

Tiştê diyar di van çend rojên borî de ew e ku serok Donald Trump bi temamî tevlî şerekî bûye ji bo parastina serokatiya xwe.

Trump roja pêncşemê ji peyamnêran re got:

“Tiştê ku Demokrat li vî welatî dikine xerab e û divê rê ji bo wan neyê dayîn. Divê riyek hebe ji bo rawestana vê yekê. Renge bi awakî yasayê di riya dadgehan re be.”

Democrat dibêjin Trump di telefonekê de li gel serokê Okranya daxwaz kiriye ku Okraniya hin vekolînan li dijî Joe Biden bike, ku yek ji kandîdên sereke yê Demokratan e ji bo serokatiya Amerîka.

Ew dibêjin Trump desthilat binpê kiriye, lê Trump van idîaan red dike.

XS
SM
MD
LG