Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerên Trump Îdîanameya Dijî Wî Wek “Zordariya Siyasî” Bi Nav Dikin


Parêzerên Donald Trump roja Yekşemê îdianameya dijî serokê berê wekî "fişara siyasî" şermezar kir, berî ku hefteya pêş were dadgehkirin.

Parêzer Joe Tacopina sûcdariyên pêşbînîkirî yên li dijî Trump, ku têkildarî dayîna pereyan bo stêrkeka fîlimên mezinan di sala 2016an de ne, red kirin û ew wekî "senaryoyek xapînoka" li "cîhaneke serûbinî" anîn ziman.

Wî ji CNN re got, "Ev dozek çewisandina siyasî ye".

Tacopina di heman demê de şahidê sereke Michael Cohen, parêzerê berê yê Trump ku ji ber sûcên têkildar girtî bû û li dijî serokê xwe yê berê zivirî, wekî "derewînekî tawanbar" bi nav kir.

Dadgehkirina Trump roja Sêşemê li dadgeha federal a Manhattanê dê bikeve dîrokê ji ber ku yekem car serokek an serokekî berê rûbirûyê tawanên wiha dibe.

Lê xalên îdianame hîn nehênî ne, û û mercên xuyabûna Trump li New Yorkê jî ne diyar in.

Tacopina got ku ew ne li bendê ye ku ji bo jinavbirina dozê yekser tevbigere, û got ku tîmê Trump hîna nikariye tevahiyan tawanên lêkolîn bike.

Lê parêzerê din ê Trump, James Trusty, ji "Fox News Sunday" re got ku li ser bingeha "ya ku em texmîn dikin ku dozname dê çawa xuya bike, ew ê kêmasiyên qanûnî hebin ku dê doz di demek zû de were jinavbirin."

Di derbarê pîvanên roja Sêşemê de li Manhattan, ku polîs û ajansên cîbicîkirina yasayê xwe ji bo xwepêşandan û protestoyan amade dikin, hîn zanyariyên berfereh nînin.

Tacopina got, "Ez bi rastî nizanim ewê çawa bibe. Hêvîdarim bi hêsanî be". Wî hêvî kir ku roja Duşemê bêtir agahî hebin.

Parêzerê Trump got ew bi hêviye ku ew Trump bi kelepçe û li ber kamerayên nebin nav dadgehê û ew dê bi awayekî şaristanî û bê êş be.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG