Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje heta 15 rojan bi rejîma Îranê re heye ku bigihêje rêkeftinekê ji bo dawîkirina çalakîyên xwe yên xirab, li demekê ku Amerîka hêzên xwe yên leşkerî li herêmê zêde dike bo givaştinê li Tehranê bike ku daxwazên Amerîkayî qebûl bikin.
Trump roja Pêncşemê ji firokeya serokatîyê ligel rojnamevanan axivî û got ku ji 10 heta 15 rojan bi Îranê re heye ku 15 roj asta dawî ye. Axaftina Trump bersiva pirsekê bû ku ka gelo wî ti demeke destnîşankirî daye Îranê ku bigihêje rêkeftinekê.
Serok Trump herwiha derbarê Îranê got: "Yan emê bigihêjin rêkeftinekê, yan jî ewê bo wan xirab be."
Serokê Amerîkayî gefa kiryareke leşkerî li dijî rejîma Komara Îslamî kiriye, eger rejîm çalakîyên xwe yên xirab bidawî neke, di nav de jî çekên navokî, kuştina xwepêşanderan, pêşxistina muşekên balîstîkî û piştgirîya komên terorîst li herêmê.