Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dixwaze Welatên Ereb û Îranê Tevlî Peymana Abraham Bibin

U.S. President Trump visits Suffern, New York
U.S. President Trump visits Suffern, New York

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê got ku hevdîtinên bi rejîma Îranê re "baş diçin" û tekez kir ku divê encama pêvajoyê an "rewşek baş ji bo her kesî" be an jî dê herêm vegere şerekî berfirehtir.

Di peyamekê de li ser platforma Truth Social, Trump dibêje di dema hevdîtinên roja Şemîyê de bi hejmarek rêberên Rojhilata Navîn û Misilman re, di nav de jî Mihemed bin Selman ê Erebistana Siûdî, Mihemed bin Zayêd Al Nehyan ê Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, Mîr Temîm bin Hemed al Sanî yê Qeterê, Recep Tayyip Erdogan ê Tirkîyê, Ebdulfetah El Sîsî yê Misirê, Abdullahê Duyem ê Urdonê û her wiha berpirsên Pakistan û Behreyn, pêşniyaz kirîye ku ew di heman demê de tevlî peymana Abraham bibin.

Trump got, "Amerîka ji bo gihîştina peymaneke berfireh bi Îranê re gelek xebitî û ji ber vê sedemê divê welatên herêmê bi rêya tevlîbûna peymana Abraham piştgirîyê bidin pêvajoya aştî û aramiyê."

Serokê Amerîkayê her wiha dibêje ku peymana Abraham heta niha "mezinbûna darayî, aborî û civakî" ji bo endamên xwe, di nav de Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, Behrêyn, Mexrib, Sûdan û Kazakistanê, aniye û tu kes jî nefikiriye ku endametîya xwe rawestîne.

Wî tekez kir ku peymaneke wisa dikare Rojhilata Navîn veguherîne herêmeke "yekgirtî, bihêz û ji hêla aborî ve pir bihêz...Dibe ku yek an du kes sedemên wan hebin ku vê yekê nekin û ev yek qebûlkirî ye, lê piraniya wan divê amade bin û bikaribin vê lihevhatina bi Îranê re bikin bûyerek dîrokî."

Trump got ku wî ji nûnerên xwe xwestiye ku "di cih de peywendîyên li dor tevlîbûna van welatan dest pê bikin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG