Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê peyameke tund li dijî karbidestên Îranî belav kir û ew wekî "bêrûmet" bi nav kir.
Serok Trump karbidestên Îranî bi dana agahîyên sexte li ser naveroka pêşnûmeya rêkeftina di navbera Amerîka û Îranê de tawanbar kir.
Trump li ser platforma Truth Social got: "Xalên ku Îranê ji medyaya sexte re eşkere kirine, ti peywendîya wan bi tiştên ku me bi nivîskî li ser li hev kirine tune."
Serokê Amerîkî diyar kir ku daxuyanîyên "qels" ên berpirsên Îranî li ser naveroka nivîskî ya rêkeftinê "ti peywendîya wan bi rastîyê tune."
"Ew mirovên pir bêrûmet in. Bi wan re, tiştek tune ye ku bi niyaza baş were kirin. Ev ecêb e!" Trump got.
Serokê Amerîkayê bal kişand ser êrîşa dronan a Îranê ya Pêncşemê bi şev li ser çend keştîyên Hindistanê li Tengava Hormuzê, bi mebesta ku rê li ber derbasbûna wan bigire. Serok Trump got ku ew êrîş nayê qebûlkirin.
Trump herwiha hişyarî da karbidestên Îranî ku "baştir e ku ew di demeke nêzîk de tevgera xwe rast bikin."