Serok Donald Trump hişdarîya xwe dijî desthilatdarên Îslamî li Îranê dijwartir kir ku eger heye kiryareke leşkerî ya Amerîkî li wir pêk were eger "kuştina bêwijdanî" ya dijî xwepêşanderan bidome.
Di hevpeyvînekê de ligel televizyona CBS ya Amerîkî, Trump roja Sêşemê behsa wan raportan kir ewên ku dibêjin desthilatdarên Îranî plan dikin ku xwepêşanderekî girtî bidarve bikin.
"Dema ku ew dest bi kuştina bi hezaran kesan dikin -- û niha tu ji min re dibêjî ku ew li ber in [xwepêşanderekî] bidarve bikin -- emê bibînin ewê ev yek çawa be ji bo wan. Ewê ne baş be," Trump got.
Serokê Amerîka herwiha got ku armanca wî li Îranê "serkeftin" e. Dema jê hate pirsîn ku vê yekê destnîşan bike, Trump çend operasyonên leşkerî yên serkeftî binav kir ku wî berê li dijî dijberên Amerîayê pêk anîye, wekî ya girtina dîktator û narko-terorîst yê Venezuelayê Nicolas Maduro. Wî herwiha behsa kuştina rêberê koma terorîst Daîşê, Ebû Bekir el Bexdadî, sala 2019an bi bîr anî, ligel kuştina komandarê Hêzên Quds yên Îranî Qasim Silêmanî û herwiha wêrankirina navendên pêşxistina çekên navokî yên Îranê.
Xwepêşandanên dijî rejîma Îranê ketine hefteya sêyem, li vê dema ku ev çend roj in desthilatdarên Îslamî înternet bi tevahî li seranserê welêt birîye. Rêxistinên mafên mirov dibêjin hejmara kuştîyan di nav xwepêşanderan de 12,000 derbas kiriye.