Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê hişdarîyeke nû da rejîma Îranê û got divê Îran rêkeftinekê pêk bîne yan jî Tengava Hormuzê veke.
"Bînin bîra xwe dema min 10 roj dan Îranê da ku peymanekê bike yan jî Tengava Hormuzê veke," Trump li ser platforma Truth Social got.
"Dem kêm dibe. 48 demjimêr mane berî ku dojeh bi ser wan de were," Serokê Amerîkayî got.
Serok Trump di 26'ê Adarê de ragihandibû ku ew heta 6'ê Nîsanê demê dide rejîma Îranê bêyî ku artêşa Amerîkayê êrîşî binesazîya enerjîya Îranê bike.
Amerîka û welatên din bang li Îranê dikin ku Tengava Hormuzê ya stratejîk li pêş keştevanîya cîhanê veke. Çend rojan piştî destpêka operasyonên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê li 28'ê Sibatê, Tehranê tevgera azad a bazirganî û şandina petrolê di tengavê re asteng kir.
Girtina Tengava Hormuzê bûye sedema kêmbûna petrolê li bazarên cîhanê, ji ber ku dora %20 ji şandina petrola cîhanê û keştîyên bazirganî di wê tengavê re derbas dibin.