Washington —
Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da Komara Îslamî ya Îranê ser bertekên negihiştina rêkeftinekê, dema ku behsa şandina keştîyeke din ya firokhilgir bo Rojhilata Navîn kir.
Li ser pirsa biryara wî ya şandina komek keştîyeke din ya firokhilgir ya Amerîkayê bo Rojhilata Navîn, Serokê Amerîkayê got: "Eger em negihêjin rêkeftinê, ewê pêwîst be."
Serok Trump got ku keştî dê di demeke nêzîk de bi rê bikeve.
Wî herwiha da zanîn ku "Me yeka nû heye ku nû hat. Eger pêdivîya me bi wî hebe, ewê amade be. Potensyaleke wê ya pir xurt heye."