Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê ji dîplomatên Îranî re got ku li çaralîyê cîhanê dest bi daxwaza penaberîyê bikin.
Trump got, "Em dîplomatên Îranî li çaralîyê cîhanê han didin ku penaberîyê bixwazin û alîkarîya me bikin ku Îraneke nû û çêtir û pêşerojeke pir çêtir ava bikin."
Serok ev axaftin li Koşka Spî kir dema ku pêşwazîya tîma footbolê ya Inter Miami û yarîzanê navdar Lionel Messi kir.
Wî careke din bang li Supaya Pasdarên Îranê û hêzên polîsan kir ku çekên xwe deynîn yan jî "werin kuştin."
Wî ji hêzên ewlehîyê yên rejîmê re got, "Em ê parêzbendîyê bidin we û we bixin alîyê rast ê dîrokê... hûn ê bi parêzbendîya tevahî ewle bin, an jî hûn ê bi mirina bê guman re rû bi rû bimînin."
Serokê Amerîkayê bal kişand ser wêrankirina mezin a hêzên rejîma Îranê di encama operasyonên Amerîkî û Îsraîlê de.
"Ew nizanin dê çi bi serê wan were. Me artêşa herî mezin a cîhanê heye. Hêza wan a deryayî tune ye, di sê rojan de 24 keştî hatine wêrankirin, ev pir e. Çekên wan ên dijî balafiran nemane, Wate, hêza wan a esmanî nemaye, parastina wan a esmanî nemaye ji ber ku hemî balafirên wan hatine hilweşandin. Sîstemên wan ên ragihandinê nemane, mûşek jî nemaye,” Trump got.