Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koşka Spî: Trump Amade ye Hêza Leşkerî ya Kujer Dijî Îranê Bikar Bîne

Serok Donald Trump
Serok Donald Trump

Koşka Spî dibêje ku serok Donald Trump amade ye ku "eger pêwîst be" li dijî rejîma Îranê hêza leşkerî ya kujer bikar bîne, di demekê de ku ew li pey rêkeftinekê ye ku dawî li lêgerîna çekên navokî û çalakîyên din ên xerab bîne.

Peyvdara Koşka Spî Karoline Leavitt roja Sêşemê bi rojnamevanan re axivî û got ku "bijareya yekem" a Trump derbarê danûstandina bi rejîma Îranê re her gav dîplomasî ye.

Wê go, "Lê wekî ku wî nîşan daye, ew amade ye eger pêwîst be hêza kujer a artêşa Amerîkayê bikar bîne. Serok her gav biryara dawî li vir dide."

Di posteke Truth Social de roja Duşemê, Trump gotibû ku fermandarê wî yê leşkerî General Dan Caine dinirxîne ku Amerîka dê bi hêsanî di şerekî eger de bi rejîma Îranê re biserbikeve.

Wî nivîsand ku General Caine, serokê Serfermandarîya Hevbeş, "wekî me hemûyan, dixwaze şer nebîne lê, eger biryarek li ser çûna li dijî Îranê di asta leşkerî de were dayîn, ewê bi hêsanî were qezenckirin."

Karbidestên Amerîkî roja Duşemê ji rojnamevanan re got ku Amerîka dê roja Pêncşemê li Cinêvê beşdarî gera sêyem a danûstandinên nerasterast bi rejîma Îranê re bibe, û Oman dê di navbera herdu alîyan de navbeynkarîyê bike.

Wan got ku Nûnerê Taybet Steve Witkoff û şêwirmendê nefermî yê serokatîyê Jared Kushner dê nûnertîya Amerîkayê bikin, wekî ku wan di du gerên berê yên li Mesqet û Cinêvê yên di destpêka vê mehê de kirin.

Wezîrê Cengê Pete Hegseth di dema serdana roja Duşemê ya wîlayeta Colorado de ji rojnamevanan re got ku Pentagon dê bijarên leşkerî ji bo Trump peyda bike, eger Îran biryarê bide ku bi Amerîkayê re peymanekê çêneke.

Hegseth got: "Her tişt li ser maseyê ye. Biryara serok e. Em li vir in da ku alîkarîya misogerkirina pêkanîna peymanekê bikin. Ez dibêjim ku Îran dê hişmend be ku peymaneke baş bike."

XS
SM
MD
LG