Serok Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel televizyona Fox Business got ku çi peymana ku ew ligel rejîma Îranê bigihêjê, divê peymaneke baş be.
Di hevpeyvîna ku roja Sêşemê hate weşandin de, Trump got ku peyameneke baş ew e ya ku tê de rejîma Îranê "ne çekên navokî hebe û ne jî mûşek," ligel bicihanîna hinek daxwazên din yên Amerîkayê.
Serokê Amerîkayê herwiha got ku rejîma Îranê dê “bêhiş” be eger rêkeftina ligel Amerîkayê red bike. Wî got ku niha komeke mezin ya keştîyên şer ber bi Îranê ve diçin.
Di dirêjahîya hevpeyvînê de Trump behsa hewlên xwe kir bo pêkanîna aştîyê li tevahîya cîhanê. Wî got “Ez naxwazim xelk bên kuştin.”
Serok Trump herwiha got: “Min heşt şer çareser kirin. Ji heşt şeran, herî kêm şeş ji ber bacan hatin çareser kirin. Bi gotineke din, min got, 'eger hûn vî şerî çareser nekin, ezê bacê li ser we zêde bikim,' ji ber ku ez naxwazim xelk bêne kuştin.”
Trump herwiha da zanîn ku serokwezîrê Pakistanê jê re got: “Serok Trump te jiyana 10 milyon kes parast, ji ber ku herdu welat (Pakistan û Hindistan) xwedî çekên navokî ne.” Derbarê şerê Ermenistan û Azerbeycanê, serokê Amerîkayî got ku wî şerê 32 salan di rojekê de çareser kir.