Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê ragihand ku Tengava Hormuzê êdî vekirî ye, lê dorpêça deryayî ya Amerîkî li ser benderên Îranê dê berdewam bike.
Serok Trump li ser plaftorma Truth Social got: "Tengava Hormuzê bi tevahî vekirî ye û ji bo kar û derbasbûna tevahî amade ye, lê dorpêça deryayî ya ser Îranê dê karîger bimîne, heta ku ew dem were ku danûstandina me ligel Îranê 100% temam be."
Trump herwiha got ku "divê ev proses gelekî bilez biçe, ji ber ku piranîya xalan ji xwe hatine gotûbêjkirin."
Serokê Amerîkî di posteke berî wê de gotibû: "Îran ragihand ku Tengava Hormuzê bi tevahî vekirî ye û ji bo derbasbûna tevahî amade ye."
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî îro Înê diyar kir ku tengava stratejîk hatiye vekirin, di demekê de ku Serokê Amerîkî dibêje ku ew bawer dike dê rêkeftinek ligel Îranê di demeke nêzîk de pêk were.
Araqçî li ser platforma X'ê got ku Tengava Hormuzê li ber hemû keştîyên bazirganî vekirî ye.
Tevî ragihanda agirbesta du hefteyî di navbera Amerîka û Îranê de li 8'ê Nîsanê, Îran astengkirina xwe ya li tengavê berdewam kir. Amerîka hember wê yekê dorpêçeke berfireh danî ser benderên Îranê li deverê.
Dora 20% ji dabînkirina petrola cîhanê di vê tengavê re derbas dibe. 84% ji petrola xav û 83% ji gaza xwezayî ya şilkirî ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin û ber bi bazarên Asyayê ve têne şandin.