Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê ragihand ku ji dema kontrolkirina Amerîkayê ya Tengava Hormuzê ve, bêhtirî 200 keştîyên bazirganî bi awayekî ewle di tengavê re derbas bûne.
Serok Trump li ser platforma Truth Social got, “Meha borî, min ferman da Artêşa me ya mezin a Amerîkî ku erkeke veşartî pêk bîne da ku piştgirîyê bide tankerên petrolê û keştîyên bazirganî yên din ên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin.”
“Îro, ez kêfxweş im ku radigihînim ku ev hewldan bûye sedema ku zêdetirî 100 milyon bermîlên petrolê rêya xwe di Tengava Hormuzê re derbas bikin û bikevin bazara vekirî. Zêdetirî 200 keştiyên bazirganî bi ewlehî di Tengava Hurmuzê re derbas bûne,” Trump got.
Serok her wiha anî ziman ku “Ev hewldana pir serkeftîbû ye, ji ber ku Amerîkayê Tengava Hormuzê kontrol dike - Ne Îran.”
Wî got ku “Artêşa wan têk çûye û aborîya wan winda bûye. Ji bo Îranê qediya! Spas ji bo baldarîya we ya li ser vê mijarê.”