Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Gotûbêj an Danûstandin Niha bi Îranê re Nînin

USA-TRUMP/
USA-TRUMP/

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro roja Sêşemê got ku niha bi Îranê re ti gotûbêj an danûstandin nayên kirin, û ti hevdîtin jî ne hatîne plankirin.

Trump di posteke xwe ya di Truth Social de got ku, niha dorpêça deryayî ya li ser Tengava Hormuzê bi hemî hêz û karîgeriya xwe berdewam dike.

Trump her wiha diyar kir ku Tengava Hormuzê vekiriye û dixebite. Hemû mayînên avê hatine rakirin an jî teqandin.

Di posteke cuda de li ser Truth Social, Trump wêneyek parve kir ku Tengava Hormuzê li ser nexşeyekê nîşan dide, digel nivîseke kurt tê de dibêje: "Xaka Nû ya Amerîkayê".

This item is part of
XS
SM
MD
LG