Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de li gel Axios’ê dupat kir ku Tengava Hormuzê niha vekiriye.
Trump got, "Bersiva Îranê pir nerm bûye û ew naxwazin em careke din êrîşî wan bikin. Ev tevahîya çîrokê ye û tiştên mayî ne girîng in."
Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê Brad Cooper, demekê berê îro di vîdyoyekê de ragihand ku hêzên Amerîkî kenaleke navneteweyî ya veguhastinê ji mayînan paqij kirine û Tengava Hormuzê vekiriye.
Serokê Amerîkayê berê gotibû ku Komara Îslamî bi "pirsgirêkên kûr" re rû bi rû ye û Amerîka şiyanên wê yên deryayî bêtir lawas kirine, dorpêçeke deryayî li ser Îranê ferz kiriye û petrol bi rêya Tengava Hormuzê tê veguhestin.
Serok Trump roja Pêncşemê, dema ku fermanek îmze kir û navê Gola Ontarioyê kir Gola Amerîkayê, got, "Îran di tengasîyeke mezin de ye."
Wî tekez kir ku Tengava Hormuzê vekirî ye û keştî azad in ku tê re derbas bibin. Li gorî serokê Amerîkayê, rojane bi mîlyonan bermîlên petrol bêyî pirsgirêk di wir re derbas dibin.
Wî got, "Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê şiyanên xwe yên pêşketî yên paqijkirina mayînan bikar anîne da ku mayînên ku ji hêla Komara Îslamî ya Îranê ve li Tengava Hormuzê hatine çandin, paqij bike."
Wî got ku hêzên Amerîkayê dikarin her mînanek nû bibînin û paqij bikin.
Axios ji zarê berpirsên Amerîkî got ku her şev 20 heta 30 tankerên petrolê di Tengava Hormuzê re derbas dibin. Ev bi qasî nîvê hejmara keştîyên ku berî şer di Tengavê re derbas dibûn.