Serokê Amerîkayê Donald Trump, di peyamekê de ku li ser platforma "Truth Social" belav kir, piştgirîya xwe ya tevahî ji bo serokwezîrê Îsraelê Binyamin Netanyahu ragihand, û wek "şervanekî mezin" û di heman demê de di rûbirûbûna bi Komara Îslamî ya Îranê re "hevkarê stratejîk ê herî baş yê aştîyê" ji bo Amerîkayê, bi nav kir.
Trump got ku Îran ji alîyê leşkerî û aborî ve rastî têkçûna sistematîk hatiye û hişyarî da ku heke Tehran zû rêbaza xwe neguherîne, Amerîka dê êrîş û zextên xwe li dijî Îranê bidomînin.
Trump got ku Îran ji 51 salan ve dirûşma "Mirin ji bo Îsraîlê, mirin ji bo Amerîkayê. Emê Şeytanê Biçûk û Şeytanê Mezin tune bikin" dubare dike. Trump tekez kir ku "Îran hem ji alîyê leşkerî hem jî ji alîyê aborî ve bi awayekî sîstematîk hatiye têkbirin û hişyarî da ku ger Tehran zû rêbaza xwe neguherîne, "emê zû karê mayî bi dawî bikin."
Trump got ku "ger kesekî din ji bilî Binyamin Netanyahu bibe serokwezîrê Îsraîlê di helbijartinan de, dibe ku Amerîka neçar bimîne ku bi tena serê xwe karê qediandina vê mijarê bi cih bîne û ez ne meyldar im ku tiştekî weha bikim. "
Îsraîlî dê di 27'ê Cotmehê de biçin ser sindoqên dengdanê, ku ev dê bibe yekem hilbijartina neteweyî piştî êrîşa Hemasê ya 2023'an a li ser Îsraîlê.